Yunus Dişkaya
Kuştim Şêrînê
Yar zanî gulperest im, baqê gula da dest im
Bade ji dest ne noşîn, ah ma çima sermest im?
Mest im ji dest wê dînê, ah kuştim ah kuştim
Ah kuştim şêrînê..
Bi dilxweşî, bi yaîi yarê da min diyarî
Ne perde hişt ne çari serxweş kirim neçarî
Serxweş kirim wê dînê, ah kuştim ah kuştim
Ah kuştim şêrînê..
Maçek ji lêv şêrînê miryan tênî ser jînê
Guft û ken û laqirdî dikin bahar, havînê
Dinya me da mizgînê, ah kuştim ah kuştim
Ah kuştim şêrînê..
Helbest: Cegerxwîn