Yunus Dişkaya
Lawikê Min Çû
Lawikê min çû, bû xwendekar
Ber bi gundê me nayê
Yara xwe hişt, çara xwe hişt
Ji Bîr kir sozê dinyayê
Şeherlûkê tîtik-mîtik
Qey muhbeta wî kirî
Dilê lawikê min bû kevir
Çerxa min çep zivirî
Ez çi bikim bêjna bilind
Xirxê xwe yî rengî-rengî
Gava lawikê min î ezîz
Ser şeherlûyê bû bengî..
Hergê bêjim: ''Were, lawik
Ez xezala serê çiya.''
Ax wê bêje: '' Şeherlûya min
Kew-gozela nav baxça.''
Hergê bêjim: ''Were, lawik
Ez sosin im, gula reng.''
Ax wê bêje:'' Barişna mim
Hewirmişa al-fireng''..
Wekî bêjim: ''Ez ê te re
Çêkim berr û xalîçe''
Wê bê: ''Dosta min dizane
Nexş-nîgarê şah, padişa''
Min rebenê, hergê bêjim:
''Ez xanimeke cindî''
Heqî-heqîya wê bê:
''Dostê profesor û xwendî...''
Na gidîno, qesem-qirar
Xwendikarî bûye dem
Ez ê hildim qey xatira
Defter, kaxez û qelem..
Helbest: Fêrîkê Ûsiv