the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Li Çi Digerî

Li xirbeyê dilê min Gundek nayê avakirin Tu li bajaran digerî Li mîratwarê canê min Kincek nayê dirûtin Tu li şevîniyê digerî Li reşelmasê çavê min Şevek nayê raketin Tu li qesran digerî Li şînrojiya lêva min Maçek nayê vegirtin Tu li ziyafetê digerî Li lerzokê destê min Hestek nayê vedîtin Tu li geştecanê digerî Li revheziya mala min Jînek nayê jimartin Tu li mirinê digerî Helbest: Ziza Rumas

Bêjebêje © 2015-2024