the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Mebê Na Na

Çi bêjim ez, mebê: na na.. Guhê min tim li ber "na" ye Bi vê "na" yê te şîşa sor Di nêva dilda badaye Tu zanî "na" çi dijware? Ji ber wê dil tijî are Perîşan û giranbare Bihara dil, çi "na, na" ye? Ji ber nayê dinalim ez Wekû nayê dikalim ez Nizanî pîr û kalim ez? Ma fersende beradaye Me dil suhtî hi ber nayê Were guhdêre ber nayê Dikî gazî : werin rayê ! Ku ev paye hemû baye Şev û rojan dikim qêrîn Li ser te mêrkuja şêrîn Ji vê "na" te gelek têrîn Çiqas bê "na" dibêm "a" ye Meger çendan tu şêrînî Tu şêrîna Cigerxwînî Çiqas rengîn û bengînî Berê min tim li bakaye Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024