the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Meyxaneperestim

Şoxeka gewr û bilinde Dost û yawa min ewe Sorgula pir naz û rinde Sozedara min ewe Gulşena baxê evînê Şahiya roja civînê Rindiya Şêrîn û Zînê Rayedara min ewe Padîşaha ebrûmaha Zêrkulaha kesk û sor Por û biskê, rengê miskê Nûbihara min ewe Dilgirim bêçareme can û ciher min bûne xwîn Ah ji destê şox û şengê Derd û çara min ewe Carekê ger camekê Dî min ji lêvên sorgulî Hêvî û daxwaz ji lêva Mêwedara min ewe Xunceleb carek ji bircê Rengê rojê bête der Dê ji nûve ez ciwan bim Tabîdara min ewe Ger bidî ferman bi kuştin Ew şepaşa dilrevîn Ser dibim ber şûr û xencer Şehreyara min ewe Hêj di ber qalû-belayê Meyperestim ta ebed Lê ji gulzara evînê Gulîzara min ewe Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024