the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Na

Ez bi zarê zara sava Qîz û xortan, bûk û zava Kal û pîran, dê û bavan Ji şêr re dibê'm, na! Çî kêran e qetil û ceng Top û tiving, şûr û xedeng Bi dengekî na, bi hezar deng Ji şêr re dibê'm, na! Bila qûjîn ji zirneyê bê tek Gurîn ji defa qurnê bê tek Ne ji top û silêh û çek Ji şêr re dibê'm, na! Dewsa ku destan di xwînê de kin Destê xwe di nava hinneyê de kin Di nexşê vê dinyayê de kin Ji şêr re dibê'm, na! Esman li hêviya te ye, bendê Tê dikî ew qerar û qend ê Ez ji kira te digirim zende Ji şêr re dibê'm, na! Bi xeyal û sêwirên teze Dîhar bike pêwrên teze Ezî li hêviya ewrên teze - Ji şêr re dibê'm, na! Wisa bike, bilbilê min Tim bi eşq daynê ser gulên min Û bistrê ji dilê min - Ji şêr re dibê'm, na! Helbest: Fêrîkê Ûsiv

Bêjebêje © 2015-2024