the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Pale

Paleya genmê sore Patozan qore, qore Palan hawî da dore Çavê maldaran kore Hey pale pale pale Das li malê betale Palaya genmê şînê Patozan tev çinîne Pale lihawîr civîne Zarok li mal birçîne Hey pale pale pale Das li malê betale Paleya Genmê zere Patozan xweş da bere Pale çibkin ji xwere Kar nemaye ji were Hey pale pale pale Das li malê betale Genmê reşê tilyanî Patozan tev hilanî Zarok li mal birçîne Dikin qêrî:-ka nanî Hey pale pale pale Das li malê betale Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024