the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Pampa Min

By: Ciwan

Pampa mine baş, Pampa min kubar Wê pal vedaye wan quntarê sar Pamp mîna bûka, bûka xeml lê bend Dorê çiyayêd me girtine govend. . Çiyayêd me bilind, çiyayêd me kubar Jê dixulxulin cew û kaniyê sar Şimalê mij tê mîna karvanaSer çiyayê mera diçe arana Êvarê bi hewas mij guje-guje,Û nav mijêda Pamp dihênije. . Pampa mine sar-gulistan Şîraz Min jê baqkirin gulêd xwe ye xas.. Ax, çiqa dixast min hezar guman Ku wextê mirin min bibe mêvan Cimeta min meytêm şahîrî Çelbike serê çiyayê Dibûrî. . Ku mija Pampê mîna karivana Bê û ser minra here arana- Bîna gulê min,huba dilê min Huba dilê min, derd û kulê min Bibe arana Bibe arana,Bibe arana,Qurn û dewrana. . Helbest: Fêrîkê Ûsiv

0

Bêjebêje © 2015-2025