the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Payîz

Dinê berf e û ba ye Qey rondik û dua ye Dinê berf e û baran Tu deng naye ji Botan şirnex li kû ez li kû Ewrex li kû ez li kû Pehîz e dil pehîz e Dinê girîn û zîz e Ne kêvroşk û nêçîrvan Ne zozan û bêrîvan Ne mast û dew ne savar Dinê tarî û êvar Ne kon û ne xêwet ma Tinê sarî û serma Pehîz e dil pehîz e Dinê hêstir û zîz e Helbest: Kamiran Elî Bedirxan

Bêjebêje © 2015-2024