the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Rast û Çep

Cejne her kes tên serayê rast û çep Guh didêrin çend û nayê rast û çep Dest bi dest in, şad û mest in, xort û keç Dil bi nazî tên semayê rast û çep Van şepala şev li kala kirne roj Bîsk û ala dane bayê rast û çep Zulf û bîskê rû biriskê hilweşîn Min ji dil awir vedaye rast û çep Çeng û ney gazî dikin, lê meyvexwer Tên temaşa padişahê rast û çep Serxweş in lew zo, bi zo, hevdi birin Çûne seyra mêrg û çayê rast û çep Derketin seyra bineft û nêrgizan Dest bi destê şahrezayê rast û çep Min dixwest êrîs bibim, dêmên gulî Lê kezî bûn ejdehayê rast û çep Keştiya bayê şikestî, cerg û dil Ketne derya ergewatê rast û çep Lêv ji bejna neyşeker doza dil e Dil bo xortî zû gihaye rast û çep Mezdikan e, ser bi ber bejnê ve bir Hingivî me dest û payê rast û çep Çûm çiyayê kurdî/cûdî/lê reben Vajî çûne Kerbelayê rast û çep Zimzima av û pelan, peyxan didin Çîçek û sinbil li tayê rast û çep Mist ji biskê yar bi ser min da weşî Lê girê bûn ta bi tayê rast û çep Zend û bazin bûn hemayîl ser bi ser Ketme dora dilrewayê rast û çep Gawirî û bawerî tev rewşekin Tên li bejna keyxwedayê rast û çep Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024