Yunus Dişkaya
Serê Salan
Serê salan, serê mehan
Min tu li dewasa zêrê biha
Xas xadima cewahirî
Li nava baxçeyê dil xwedî kirî
Û seba te ez ricifîm
Hezar carî bi şik şivîm
Serê salan, serê mehan-
Badilhewa, badilhewa:
Esman bi serê min de hilşe
Dilê min kûr diqelişe
Û ji nav dertê wiha bê heyam
Polikekî zengorî xam.
Helbest: Fêrîkê Ûsiv