the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Şêrîn Ji Min Xeyidye

Xeyda ji min xeyidte nizanim bo çi hew tê Zanim ji ber diya wê ne ez diçim, ne ew tê Şêrîn û pir delalê gewr û rind û şepalê Me dil her dem li balê kengî bête me xew tê Piştî li min cegere pat bayê seba ji nû hat Mizgîn da me rohilat vaye ji bo te kew tê Lêv sor û bisk bi têl e bi rewş û xeml û kêl e Wek mehina kihêl e ez dîme bê celew tê Serî bi tac û sinbil gulî berdane ser mil Geş kir bi ken gul û dil li hember min derew tê Poz bilind û şirînê rû gewr û por zerînê Rista me ya evînê li wê bejna bedew tê Ristan jimir dibêjî Şekir ji dev dirêjî Ciger li min dipêjiî ji il me nal û tew tê Şal û mexmel ji kincê diran li bê birincê Şêrîn û gewr û qencê îdî gero diçew tê Padişeha hebûnê carek were tu rûnê Seyda mekij bi çûnê soza te bê derew tê Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024