the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Şêrînleba Min

Naz û şêrîn leba min Carek were li ba min Ko ez mirim siba, min Li ser navê xwe dîne Delal û gewr û rind î Şêrîn û pozbilind î Eger maçek bi min dî Biha li cem me nîn e Bira biha duser bî Cerg û hinav û ser bî Dil jî bila li ser bî Meger tijî birîn e Birîn dused hezar in Ji ber bi ah û zar in Ta sipîdê şiyar in Ah û nal û girî ne Bi ah û nale nal im Tenha û bê heval im Mebîne pîr û kal im Ez im Mem û tu Zîn e Wek Ferhad û Şirîn in Herdu jî dil birîn in Tirsin hevdî nebînin Cihan e kumrevîn e Ey nazika belekçav Biskan meke tu reşdav Birhan li dil kirin rav Çekê min bes xwezî ne Xwezî carek bihata Bidîna kêferata Ko ez dikim seba te Ser bi reş û bi şîn e Ser bi re û bi şîn im Tim bi nal û girîn im Dilbirîne evîn im Lê bike baweşîn e Rûne li ber serê min Berê xwe bid berê min Bikuj bi xencerê min Tê gernasan bibîne Ez gernas û egît im Bermayê mad û sît im Ez lawê hor û mît im Min dil tijî ji kînê Kîn û girê neyara Şovîn û koledara Li me didin ji pare Lê me jî ker kerî ne Her yek ji me dibê ez Me hirç berdaye nav rez Guran êrîş kirin pez Rast e em somerî ne Lewra em bi roj û şev Em tev êrîş dikin hev Sar e bahoz û bandev Seyda ceger bi xwîn e Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024