the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Şevek ji Şevên Tebaxê

Çi xweş e îşev...Şeva Tebaxê Heyv, li nîveka esmanê şin e Lerzek evînî ketiye axê Lê dil biyan e Dil bi kovan e Esman bi lêvên xwe yê tihnegermî Dimije l' ava kanya vejînê Digeze lêvên çiyê seraser Ú kaja ciwan xwe d' firikîne Dixwaze bêje: Va ez jî heme Axîn radhêje dikşîne keser Lê dil biyan e Dil bi kovan e Di nîveka esman de diçirise Bê xem û xeter e, bê kovan e Heyv neynika bûkan e, dibirise Lê dil biyan e Dil bi kovan e Çivîkek çivî ji kema diryê Bersivê danê, qurabî ji jêr Ú xuşînek ket nav pelên tuyê Zequmek dexes, li wan bû guhdêr Wê jî çêstibû, çêja bengiyê Lê dil biyan e Dil bi kovan e Dil kûra evînê, bîra bêrî Ú dûr e, ji takrihanek, li vê der Ji cudayî, dil; kerî bi kerî Lê dil biyan e Dil bi kovan e Helbest: Rojen Barnas

Bêjebêje © 2015-2024