the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Sêwî

Ez sêwî me û tenê Bê dê me ez û bê tav Perîşan im û jar im Şev hene bê nan û av Zivistan e berf tê Dinê sar e her der sar Ne agir e, nîne nan Ji birçîtî bû me jar Paşila dê min ne dît Germiya dê çawa ye Min bavê xwe jî ne dît Dilê min ne ava ye Bavê min mir şerî de Dêya min di hicretê Dinê sar e her der sar Zivistan e û berf tê Welatê min jî dûr e Erd û axa Kurdistan Xwedê bike ez bibim Jê re gorî û qurban Helbest: Kamîran Elî Bedirxan

Bêjebêje © 2015-2024