Yunus Dişkaya
Strana Dilan
Lêvên te du pêt in
Çavên te stêr
Diranên te mirarî
Dilê te dêr
Ava bi ronahî
Wek Zerdeşt î
Dinê û ezman î
Mêrg û deşt î
Sor î rohelat î
Deng û nay î
Buhar û blûr î
Brûsk û ba yî
Porên te zêr û zer
Canê te zîv
Tu bibe ji min re
Taştê û şîv
Taûsê arper î
Kenîna bûk
Bikene dimirin
Bakur û pûk
Tu ewrên ezman î
Tu keskesor
Li ber lamên te lez
Dimire sor…
Tijî hêvîn tu
Hesret jî tu
Zana û ferzanê
Şîret jî tu
Çûkeke delal î
Dengekî çak
Kaniya zelal î
Wek berf î, pak
Xwesteka min tu î
Strana min î
Mêkewa min tu î
Şivanê min î
Xezala min tu î
Çavên te reş
Ez beranê te me
Sînga min geş
Pêşnivêjê te me
Tu mizgeft î
Dilê min ezman e
Tê de stêrk î
Di çavê’ roj û hêv
Ronahî tu
Li qesra spehiyan
Avahî tu
Sînga te çiya ye
Tu agir î
Li buhiştê hêvîn
Pêxember î
Bêkes im û tinê
Û bê dotmam
Di vê dinyayê de
Bê govend mam
Kulîlka Adar î
Bihna buhar î
Tu deng û hawar î
Stêra êvar î
Pêşnivêjê te me
Tu mizgeft î
Dilê min ezman e
Tê de stêrk î
Porên te zêr u zer
Canê te zîv
Tu bibe ji min re
Taştê û şîv
Helbest: Kamiran Alî Bedirxan