Yunus Dişkaya
Tu Çûyî
Ezê çevê te îd neyêm sêrê
Neçirn xewin, xêrê
Wê cinet yêrê...Tu çûyî, çûyî..
Ezê paç nekim îdî porê te
Birû-qorrê te,Gerden torrê te,Tu çûyî, çûyî..
Ezê neêxim ewan lepikê te
Herdu tetikê te
Nevim sîngê xwe
Tu çûyî, çûyî..
Gustîlka tera ezê nelîzim
Ezê nebihîzim,Dengê te lêzim,Tu çûyî, çûyî..
Tu çûyî, hema
Ser zarê min ma
Navê te biha
Nolanî dua,Tu çûyî, çûyî..
Helbest: Fêrîkê Ûsiv