the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Were

Gund razaye, kûçik razane Heyv derneketiye, stêrk wenda ne Têlên sînor serpişt pal dane Fersend ev fersend were Ev beden e li hêviya te.. Evîn her der e, her gav e li min Îşev ne her şev e bedewa min Şev şeva qewlê me û bang re dikim Bide dû şoğa evînê were! were Hê kû şev tarî yw Hê kû Nisêbîn razayî ye Were bedewa min Nehêle şevek din qewlê me Dû bajar bi me bihisin Dû sînor bi evîna me... Ma ne, hetîketî ye?.. Helbest: Arjen Arî

Bêjebêje © 2015-2024