the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Wey Gidî Çiyano

îşev dîsa paşla we bûm, hey gidî çiyano Çira usa hun bêwa bûn, wey gidî, çiyano: Ne bahar bû, ne havîn bû, hey gidî, çiyano Hûne ne gewir, ne jî şîn bûn, wey gidî, çiyano Usa betsar û bêruh bûn, hey gidî,çiyano Qey bê cineta Mîrmeh bûn, wey gidî, çiyano Hel û bela dilê min bûn, hey gidî, çiyano Qey hûn barê milê min bûn, wey gidî, çiyano Ezî hişyar bûm, ne raza bûm, hey gidî, çiyano Qijik dor min perwaza bûn, wey gidî, çiyano Dikirin çevê min derxin, hey gidî, çiyano Sîngê we reş- don li ser xin, wey gidî, çiyano. . Lê dîndarê we ne ez bim, hey gidî,çiyano Gelo kîbin, wê çi kes bin? wey gidî, çiyano Helbest: Fêrîkê Ûsiv

Bêjebêje © 2015-2024