the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Zivistan e

Zivistan e, berf dibare, derve hişkî ye, derve sar Li soqaqê sekinîne, du yaran hev girtiye zar Sur û seqem dişidîne, ava coyê dibe bûz Ew bê minet sekinîne, li hev du dikin naz û tûz Rêwiyan ser û çav pêçane, ji surê, sermayê ditirsin Van dêm û ber vekiriye, di tariyê de hev radimûsin Ez bawer im, weleh bira, dilên bengî, dilên har Zivistana sikesar jî dikarin bikin gulbihar Helbest: Fêrîkê Ûsiv

Bêjebêje © 2015-2024