the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Zaîm Kendeş

Jiyan Xweş e

Jiyan çiqas xweş e Wek bihna gulê Jiyan çiqas reş e Wek teniya sêlê Dilo hêviyên te di jînê da neman Dilo tu çêbû ji bo derdan/kulan/êşan û xeman Jiyan xweş e Pir caran gul dibarin Jiyan reş e Pir caran derd dibarin Ciyê însanan di jînê da nema Em diljikest in ji êşan/kulan/derdan û xeman Jiyan dirêj e Wekî çiyayên bê serî Jiyan kûr e Wekî deryayên bê binî Jiyan li min wekî xewnan hat û çû Wek sawîran li ber çavê min wunda bû

Bêjebêje © 2015-2024