the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Zaîm Kendeş

Kengî Vegerî

Kengî tu vegerî lê lê? Ez hêvîdar im Kengî tu werî lê lê? Ez hêvîdar im Bê te ez mirî me lê lê, termekî sar im Bê te ez mirî me lê lê, termekî sar im Şevan dijmêrim, bi kul û derdan lê lê Rojan dijmêrim, bi kul û derdan lê lê Baxçê evînê lê gulê, bê gul û dar in Bîranînên te tevde awaz in Cerg (Ceger) û dilê min jê re perwaz in Kengî ez kil dim lê lê Herdu çavên xwe Bi wa bejna te lê lê Ta ku ez razim Bê te zuwa ye çemê dilê min Êş û şahiyan lê lê, vebûn kulên min Buhara min çû lê lê, bar kir nema tê Pê re çilmisîn lê lê gul û darên min

Bêjebêje © 2015-2024