a photo of Zekerîya Abdulla

Zekerîya Abdulla

Agirî Îşq

Îşq eger çawî kiz bê, ta xoşîşman agir debê Îşq eger sûtan nebê, beheştîşman agir debê Namekanim bisûtêne, yadgarîşman agir debê Ey agirî nêw em sînem, hewaley naw agir debê Ger detewê bimsûtênî, be naley naw agir debê Ke mirdum min, wanekanim zayeley naw agir debê Îşq hatî werzî ruhe, ke nehatî agir debê Hellqirçanî tasekanî, beserhatî agir debê Gullî dunyat be naw dekem, guldanîşman agir debê Pena bidey hana hênim, wa dillim pirr agir debê Le sûtanim xot bibîne, ta zullim pirr agir debê Min bisûtêm baxî yadit, bo gullim pirr agir debê Bo zebûnî halî fîrqet, hetaw helbî agir debê

Bêjebêje © 2015-2024