Zekerîya Abdulla
Çon Dillit Dê
Çon dillit dê nemdwênî, Çon dillit dê bimtorênî
Çon wellamim nadeytewe, Çon dillî min derrencênî
Çon wa asan le bîrt çû, Temenêk le xoşewîstî
Çon wek pûşêk be bam dekey, Çon dillit dê bimsûtênî
Temenêkim be to bexşî, Le xotewe demdorrênî
Çon le nakaw cêm dehêllî û, Hemû jiyanim deşêwênî
Ew çawey her çawerrêt bû, Çon dillit dê bîgiryênî
Koşkî îşqî sallehaman, Çon be serma derrûxênî