a photo of Zekerîya Abdulla

Zekerîya Abdulla

Derdê Te

Yaram ji derdê te ez kûr dinalim Bêhêvî ma me, ez gelek bê hal im Te çima hêlam keçkê hey zalim Xortek delal bûm, niha ez kal im Piştî te canê, ez bê heval im Bi çolan ketim, bêwar û mal im Derdê evîna te gelek giran e Ji dûriya te min dil tijî jan e Te bi tenê hiştim, kengê wijdan e Evîn ne weha çûn û hêlan e Vegere canam, evîn jiyan e Jîna bê evîn, mirin û neman e

Bêjebêje © 2015-2024