a photo of Zekerîya Abdulla

Zekerîya Abdulla

Gencî Pîr

Way çende azarim deden, Pirsiyare bêwellamekan Hezaran car be bêdengî, Umêdim le dilla xinkan Heta kû key xemim kip kem, Dillim ta key berge degrê Kê dezanê rojî çend car, Çend xozgem win debê demrê Dest bo herçî berim xem e, Gullim dewê helldewerê Derdî dillim wa demkujê û, Lay kes niye çareserê Jiyan mandûm deka Xwaye, Rû le kwê kem bo penayê Bo debê hênde dillpirr bim, Çîm kirduwe, çi xetayê Bêtaqetî damdepoşê, Bêbezeyî dewrî dawim Xefet berokim bernada, Heta rojê le jîn mawim Hemû rêgayekim win e û, Şeketî destî rojgar im Naxim deryay giryanêk e û, Qet be kes naga hawar im

Bêjebêje © 2015-2024