a photo of Zekerîya Abdulla

Zekerîya Abdulla

Ha Gulê

Diwerin gula biçînin Ha gulê, ha gulê, ha gula min Avê li beliga bireşînin Şengê, şoxê zeriya min Nava mala bireşînin Ha gulê, ha gulê, ha gula min Keyfa xo bi gulê bibînin Şengê, şoxê zeriya min Diwerin gulê bibînin Ha gulê, ha gulê, ha gula min Nava hewda biçînin Şengê, şoxê mala min Bû wan gulêt sor û zer Ha gulê, ha gulê, ha gula min Xemêt xo birevînin Şengê, şoxê zeriya min Dizeverîn ji xerîbiya Ha gulê, ha gulê, ha gula min Çîn nav mêrg û kaniya Şengê, şoxê zeriya min Seyrangahêt solavê Ha gulê, ha gulê, ha gula min Dikeyn keyf û xoşiya Şengê, şoxê zeriya min Min gulêk çand ji xo ra Ha gulê, ha gulê, ha gula min Deng zeda ji hemê dera Şengê, şoxê mala min Wan bê bexta ji min stand Ha gulê, ha gulê, ha gula min Roja min bire ava Şengê, şoxê mala min

Bêjebêje © 2015-2024