a photo of Zekerîya Abdulla

Zekerîya Abdulla

Îşqit

Îşqit bote nawnîşanim Dagîrî kird dill û giyanim Nellêy îtir pêy nazanim Ha eweş birîn û kwa dermanim Îşqit bote nan û bergim Dagîrî kird dill û cergim Xot dezanî çone îtir Wa nizîke wadey mergim Be îşqî to denallim Le dûrî to bêhallim Îtir ba bes bê cudayî Were bibe gullî mallim Ger dezanî yan nezanî Desûtênî hemû giyanim Çawerrême roj dabêt Bêyt û billêy peşîmanim Xoşewîstît rêy lê girtim Tûşî sedan derdî kirdim Her be daxî îşqî towe Gullim zanît rojê mirdim Xoşewîstît waz nahênê Xerîke cergim derdênê Agirêk berbuwe le dillî pakim Wa gişt giyanim desûtênê

Bêjebêje © 2015-2024