a photo of Zekerîya Abdulla

Zekerîya Abdulla

Kurdistan

Gwêt binê be kêl û qebrî Şehîdewe hawar deka Gwêt binê be dil û sîney Çiyatewe hawar deka Her hemûman le sengerî Pêşewe dayn, ey Kurdistan Le rêy to da her le rîzî Pêşewe dayn, ey Kurdistan Bûnî ême, bûnî to ye û Bûnî êweş, bûnî ême Jiyanî to, azadî to Yeksane be mergî ême Çon denewê ke Baban û Badînanit legelta ye Dar û berdî Germiyan û Hewlêreket legelta ye Çon denewê ke Efrîn û Mehabadit legelta ye Xelk û hozî lay Qamîşlî û Mardîneket legelta ye Swên be newroz, be raperîn Swên be mêjûy sedan sal e Swên be rûbarî koç û xwêna û Be azadî sedan sal e Le yad naçî, ey Kurdistan Hemîşe to le dilmanay Wek henase le gerû da Hemîşe to le bûnmanay Xem netgrê, lê nagerên Em beharet bisûtênin Carêkî tir dilî sedan Daykî şehîd bibirjênin Hizirnekey dê lê minî Her dê xewna pêvebînî Serê Garey her avake Tu warê min naçerînî Çi Eskender, çi Zeynefûn Berî te li vêre peydabûn Welatê me lê bû agir Hemû tevda revîn û çûn Her çekê bo me pîlana Dê agehdarkem şivana Rêvaz gazdiket: Ez û tu Pêkve naçî çi dîwana Ser hellbire û reşebay Xencerî Kurd dinyay tenî Kurrekanî to her wek hello Diwa sinûrî dinyay tenî Îtir billê: ey Kurdistan Des têwerdan çon zat deka Dem û lêwî pêkenîn û Jiyanî to qufil bika

Bêjebêje © 2015-2024