Zekerîya Abdulla
Rojanî Xoşewîstî
Ax bo rojanê be ser çûn
Pirr le şadî û bextiyarî
Le dilldarî
Ax bo rojanê be ser çûn
Dûr le azar û xembarî
Le bêdostî, le bêyarî
Jiyanî bê ewîn jan e
Jînî bê eşq kwa jîan e?!
Ax bo rojanê be ser çûn
Pirr le ewîn bûn şewgarî
Yar be naz û lencey
Kollê eşqî lê debarî
Ax bo rojanê be ser çûn
Pirr le xunçey newbeharî
Aşiq debûm be naçarî
Ax bo rojanê be ser çûn
Pirr le xunçey newbeharî
Le sîhrî çawî xumarî
Aşiq debûm be naçarî
Key dêyewe xoşewîstî
Çawerrêtim bê to dêwanem