a photo of Zekerîya Abdulla

Zekerîya Abdulla

Rojî Bextim

Bezm û heray gencan e Rojî kiç û kurran e Keyf û sema û seyran e Xende le ser lêwan e Em nawe pirr jiyan e, cwan e, giyane Dill be to kameran e, bêjan e, giyane Goranî dellêm bo ew çawane Deba hellperrin ew memkollane Min dillim xoş e, becoş e, cwanê giyanim Le xem bêhoş e, serxoş e, cwanê xanim Bew çawe lêm derrwanî, Wa nazit lê debarê Ew xendem bo denêrî, Dillim boy dête xwarê Way le dest ew ballaye, Bo kê berim hawarê Xwaye agadarî be, Lêy neda çaw û zarê Lêdanî dill bo to ye, Were şadîm bo bêne Sûk were destim bigre, De ew şerme bişkêne Be naz berew rûm were, Ew zullfet rahejêne Emrrom be towe xoş e, Hatinit şadîhên e

Bêjebêje © 2015-2024