a photo of Zekerîya Abdulla

Zekerîya Abdulla

To Hatî

To hatî ey nazanînim Le dway çî, zor direng bû Hatî beser shem’î kujawe û Wimrêkî le dest derçû Hîce tîşkêk le nûrî lawî Hergîz le bûnim nemawe Xakî dill hemîşe şawe Goranî bo min cê mawe Boçî hatî bem nawexte Beser umrêkî ba birdû Bê xeberim le mûy spî Le dillêkî le kar kewtû To pêşawey aşqî taze Min kone çîrokî bezîwim Taze legel to naguncêm To şkofe min hellwerîwim Weku caran pencey hezim Lankî îşqit ranajenê Nallê û goranî şewanim Taze roy natgiryênê

Bêjebêje © 2015-2024