a photo of Zekerîya Abdulla

Zekerîya Abdulla

Tom Dewê

Gullêkî sûrim pêye, Dême ber dergat Dêm dellêm xoşim dewêy, Ey şoxî wullat Hanê gull hanê dillim, Diyarî û xellat Girewim îşqî to ye, Be hat û nehat To nebî kesim nawê, Dill be kesîtir nadem Bêcge lew çawe cwane, Çawî dîke şik nabem Were ser be sînem ke, Ba ew perçeme ladem Şerabî sûrim nawê, Têke lew lêwe badem Ew dille şêtem, Be temay to ye Îşqî tom nebê, Dinya diro ye Satê netibînim, Dillim beso ye Dem bexendey rû le gull her tom heye Tom nebê, her çîm hebê, bêhûde ye

Bêjebêje © 2015-2024