a photo of Zekerîya Abdulla

Zekerîya Abdulla

Were Esmer

Şoreş û berxwedan e Xebat û serhildan e Li başûrê welatî Şerê man û nemane Mizgînî hatin xelat Roja me Kurdan helat Li duwazdehê Nisanê Rizgar bû parçek welat Pêşmerge Kurdistanê Rijiyane nêv meydanê Navê wan çû dîrokê Deng vedaye li cîhanê Kerkûk, Musil û Zimmar Şêxan, Mexmûr û Şingar Xaniqîn û Mendelî Li wan pîroz bît buhar Mijde bo Kurdan heman Zorî û bindestî neman Aşê dijminan herift Wergerin çerx û zeman Bilind kin ala Kurdan Azad biye nîştiman Evro bo Kerkûk û Musil Sibe Amed û Bokan Dê wernê wernê wernê Wernê dîlanê esmer Dê wernê wernê wernê Werne govendê dilber Dê wernê wernê wernê Werne şoreşê leşker Dê wernê wernê wernê Ala kesk û sor û zer

Bêjebêje © 2015-2024