the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Zerrîn

Ez Bê Halim

Ez bê hal im, ez bê hal im Wek birîndar ez dinalim Tenê mame sebra’m naye Bê xweyî me ez bê war im way Were were tu canê min Te xwîn kiriye dilê min Evîna te ez pir helandim Tu yî rih û giyana min Ez bê hal im, ez bê hal im Wek birîndar ez dinalim Tenê mame sebra’m naye bê xweyî me ez bê war im way Ez bê te me wek her carî Rojên xweşik ber min tarî Destê xwe bide destê min Vê dilê tu bike ronahî way ez bê hal im, ez bê hal im Wek birîndar ez dinalim Tenê mame sebra’m naye Bê xweyî me ez bê war im way

Bêjebêje © 2015-2024