the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Zerrîn

Hecî Qurbana Yarê

Hecî qurbana yarê Wê digo na na na na Hecî muhtacê yarê Wê digo na na na na Yar were însaf bike Wê digo wisa neke Ji te yar nabe hecî Rast rûne, rast xeberde hecî Emrê te ne kême ji hefte jî Devê te da nemaye diran jî Pir eybe ji tera, ez jî wek keça te me Qurbana çavê te me Wê digo na na na na Xulama eşqa te me Wê digo na na na na Hecî heca te me Wê digo keça te me Ji te yar nabe hecî Rast rûne, rast xeberde hecî Emrê te ne kême ji hefte jî Devê te da nemaye diran jî Pir eybe ji tera, ez jî wek keça te me Hecî go mala dinê Wê digo na na na na Bêje min m‘ tu divê Wê digo na na na na Hecî ax û nalîne Wê got hema m‘ nîne Ji te yar nabe hecî

Bêjebêje © 2015-2024