the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Zeynel Abidin Han

Hatî

Hatî Bi kenîyên germ û hêşîn Vebibû derî Mîna strana me dilerizîya Mehraba dema kû berî tû werî Hatî Min digot jibîr bikim Hevîyê biqetînim ji ramanên xwe Min digot jibîr bikim Meşa biharê bû Ramanên awis Sewaneyên mê Û ez Gûla çilmisî bêhn nekiribim jî Dilê min bibarîya Li ser dilê wê Hatî Mîna ketina stêrka şevê Gamzeyên te Hîveke tazî danî Li ser esmana dilê min Hatî Rêwîyek bê pare û bê hevî bûm Li stasyona gîyana mina qefilî Li ber trenekî vala Li çavên te gerîyam Hatî Çûyînê min Befir dibarînin li ser laşê min Xwezî nehatîbayî

Bêjebêje © 2015-2024