Zeynel Abidin Han
Merheba Hêvîya Min
Merheba hêviya min!
Di rojek e teng û bêkes de
Tû li ber dilê min hatî dinyayê
Eş bûne derman, şev bûne ronahî
Min hemû bîranînê xwe ji bîrakirîne
Tû bûyî sersala emrê min û destpêka dilşahiyê
Merheba hêviya min!
Bîr û bawerya min
Janeke pêwîst û dijwartir
Ji girîngîyên xwezayê
Hebûna te ye li ser tûnebûna min
Xwe nûger dike; diafirîne diwelidîne
Wek bihareke terr wek zozaneke evra
Bitenê bî
Li nav çîyayên bilind û hêşînayiyên bêdawî
Ne xem e
Bêgûman singên te wek çetelên agir
Kenokîyên te zelalîya avî
Dizanim wê biherike ji ewrên hêşîn
Li ser axa Kurdîstan
Lêh elbet;
Hêvî jî brîndar dibin
Dişkên, digîrîn
Serde jî hêsrên çavê êşên me hene
Wek Latînîyan gotî:
‘Lê dîsa jî hêvî bawer bike kû
Pêtîvîtîr e Ji nan û avê
Li vê dinê ya nemirovahiyê.’
Ji ber vê ye min
Ji girîneke zer û nêrîneke bi keder
Li ser tûnebûna xwe te înayî
Ji ber vê ye tû herdem hêviya serbilinda bî
Merheba hêviya min
Wûsa diqewme gotin
Wek zînarekî li ser dil
Cihê xwe vekirîye dilsozî
Gîrîn û ken
Herdû çemên xûşkên hevin
Ji binê erd aram dişujînin
Hev demê
Tirs perçe bû
Bi endamê xwe yê çeleng
Hawara mirovahî ajda li mêjî
Li mêjiyê zûha û gêj bûyî
Te wî mêjiyî qelişand
û ji ber vê ye kû;
Şîltên hişk yên darên bi hezar salan mirî
Êdî avisin
Lê dizanim kû berî her tiştî
Tû êşî, tû hesreta bêdawî
Li ser bîrinamin janekî dijî
Ne xem e
Kor nebim, ker nebim
Radest û bindest nebim
Bila tû êş bî li ser jana min
Ser sera ser çava
Bêmiraz be jî mirin amin