Zîna Şemo
Lawikê Xwendekar
Lawikê min î xwendkaro
Ilmê dinê bixwîne
Tu bîr neke rêka gund
Gul û sosin vebûne
Gundê me xweş û rengîn
Wek bajara bedew e
Lê çavreşa mîna min
Dibe tê da tune be
Lawikê min î xwendkaro
Ilmê dinê bixwîne
Tu bîr neke rêka gund
Gul û sosin vebûne
Lêvê min î sor sosin
Rengê gul û hinara
Min ê te ra nixamtiye
Naçilmise tu cara
Lawikê min î xwendkaro
Ilmê dinê bixwîne
Tu bîr neke rêka gund
Gul u sosin vebûne
Cot memikê ziyaretê
Te ra tizbî karbar im
Nadî mi da rihetî
Bûy eşqa te dinalim
Lawikê min î xwendkaro
Ilmê dinê bixwîne
Tu bîr neke rêka gund
Gul û sosin vebûne
Lawikê min î xwendkaro
Gundê xwa şaneşîn e
Li hêviya te me delalo
Kanê sozê dinyayê
Lawikê min î xwendkaro
Ilmê dinê bixwîne
Tu bîr neke rêka gund
Gul û sosin vebûne