Zinar Makûyî
Dayik
Hewa sare baran dibare
Li esmana tufan bûye
Ez nikarim bifrim
Per û baskê min taqet ketin.
Xwezige vegerrîma hêlîna xwe
Bin per û basikê dayika xwe.
Dayik wekî bibilê şev û roj ser zarokên xwe miqat dibe
Bi devê xwe têr dike, mezin dike û dide firrê.
lê tenê dimîne û li xwe re dikalîne.
Dayik hamasa nav dilê me da dimîne
Dayik notla kewê newan nabe
Heta nav zilm û şerê jî zarokên xwe diparêze û hez dike.