the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Zinar Makûyî

Dayika Min

Dayika min bi zaroktî ya min pîr bû. Niha ez bê dayiktî hêsîr bû me. Hêsirê çavê min tiji bûn e her tiştî tar dibînim. Niha sûretê min germ dibe û sar dibe. Erê hêsirê çavê min diherikin. Erê min bîrîya dayika xwe kirî ye. Bîrîya hemêza dayika xwe. Ser dayîna ser çonga dayika xwe. Bîrîya destê nazkêşa dayika xwe. Bîrîya gulîyên hûnayî. Dayê ez ji te dûrim. Rûyê teyî ken nabînim, Dil xwîn û dil birînim Ji xwedê dixwazim per û bask derxînim Warimê esmana te zûtir bibînim

Bêjebêje © 2015-2024