Zinar Makûyî
Dewran
Dewran,dewraneka pîs e
Dilê min girtî ye ji van mirovan
Wekî ewrekî reş
Nizanim qusûra min çi ye
Nizanim çima her çi pîsî ye ya min e
Notla qijikê, kes min naxweze
Nizanim min çi kiriye
Nizanim ez bo her kes qencî yê dikim
Ji min direve, kevira li min wer dike
Çima mirovên din ji min zêdetir in
Çima bilbil ji qijikê zêdetir e
Herd jî xwedanên per û bask in
Çima ez tenê mame
Bê heval û bê war mame
Kes ji min hez nake
Kes min bîr nake
Li esmanan hewar hat
Gotê şaş nebe,Xwedê
Hemû xuliqandinên xwe hez dike
Xwedê heta qijikê jî hez dike
Gotê vê dewranê rewşa bilbilê pişt hesinan e!
Min xwedê jî sa hebûna xwe sipas kir
Min femkir ,dewran dewran e
Mirov ne mirov in.