Zinar Makûyî
Heval
Rojek li erdo esmana mera ken dibarî ya
Dibû lêvî me xwera dibre nav mêrg û çîmena
Her der tijî nergiz bûn
Xûşexûşa çeman bû
Bilbila dixweand
Hevalên min pir delal bûn
Ji nav hevala , heval elî bedew tir bû
Wekî çîya bû
Alîkî roj bû , alîkî hîv
Li destekî gul bû , li destekî bilbil
Dewran bi mirazên me nebû
Niha erd û esman , mera hêsir dibarîne
nabe lêvî me bixenqîne dilop dilop tê
hêdî hêdî canê me distîne
niha çîya bê roj maye
her der şeve reş bûye
bilbil bê gul maye
her der bê denge
hevalên me çûne em tenê mane