the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Zinar Makûyî

Velêntayn

Nizanim bikenim yan bigrîm!!! Li cîhanê îro roja velêntayne Nizanim bikenim yan bigrîm Zanî çima ?! Ji bo vê ku kurdistanê her roj ,roja evînê ye… Nizanim bikenim yan bigrîm Zanî çima ?! Ji bo vê ku ev roja sa velêntînoyê doxînsiste …!!! Lê ji kurdistanê her roj , roja evînê ye sa ku keç û xortên me evîna rastîn didin hev ne hewesê … keç û xortên me tiştan xelat nadin hev , rih û canê xwe xelat didin hev … Vê rojê da kesên ewret hemêz nakin , leşên xwîşk û birayê şehîdê xwe hemêz dikin … Şeva vê rojê mala hevala/ê xwe ser doşeka hermiş ranazên , li sengergehê ser kevira radizên Nizanim bikenim yan bigrîm

Bêjebêje © 2015-2024