Zinar Makûyî
Xelatbexşiya Alan
Hatina min bi dinyayê bi qîrîn bû
Bê edaletîya vê dinyayê min zanî bû
Denga ku hêleçanêda guhê min da bû
Xwendina adil bûna xwedê bû
Niha miletên min perçe parçe kirin e
Malên me talan kirin e
Niha sofîyên xwedê cane me distîne
Ax bin lêngên me vala dibe!!
Niha agir ji me re gulistan nabe!!
Zerya ji me re hev cihê nabe!!
Xwedayê dilovan bila cenê min li Zeryayê re xelat bibe
sewa kû jîyana miletên min azad bibe