the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Zinar Makûyî

Xortên Me

Xort Xortên me bazên esmana ne , Bilbilê gul û baxa ne. Xortên me dengên mala ne , Ronahiya çavên dayîka ne . Xortên me zinarê serê çiya ne , Siya ser malbata ne . Lê niha : Esmanê me bê baz maye , Dem dema qijika ne Malên me bêdeng bûne , Notila mizgewta bê oldar e Bi gotina dayîka min her der şevereş bûye, Nebe çavên dayîka min bê ronahî bûye Li malên dijminan da hîqehîqa kena ne , Malbatên me bê sitar mane . Em kurd hemû xwişk û bira ne , Notila zincîrekî bi heva ne. Dest ji hev berdana me , Nebûn û tunebûna me .

Bêjebêje © 2015-2024