Zinar Sozdar
Birayê Min
Rojek serê sibê têrê belek hatî
Li ber derême danî xeberek reş hanî
Dilê me şewitî agir li ser danî
Gotin birayên min roniya çavê min
Nava çemî perê da di şerek giran da
Bi penç re hevalan ketin dilê gelan
Dema ku bihar tê li deşta depê
Kanî rûbar der tê ba pel bi pel tê
Bihna te xweş jê tê
Ax birayê min Ayhan tev li pênç hevalan
Bûn dermanê salan ji bo birîna dilan
Li deşt û baxan wûn in rengê gulan
Em we ji bîr nakin Ayhan Mehmet Celal
Axa welat şilbû bi xwîna we ya zelal
Li pêy we tên va bi hezaran heval
(Dîsgotin)
Gotin û Muzîk: Diyar