a photo of Zinar Sozdar

Zinar Sozdar

Dayê

Ey bazê ser bilind lez kin, here cem hevalê min Bi dilxweşî û dilşahî, bibêjin silavên min Ev çend salin ez li xerîbiyê, dişewitî kezeba min Wek bilbilan dixwînim, xwîn dirije ji cîgerê min Lê lê dayê lê lê dayê xerîb geryam dinyayê Min ji vê dinê xêr nedî, bê te sebra min nayê Dema dikevê bîra min, dost û heval û yara min Êş dikeve serê min, hêsir dibarin ji cavên min Tu caran bîra min naçe, deşt û zozanên gundê min Xem û xeyala hevalan wek xewn tên ber çavên min Lê lê dayê lê lê dayê xerîb geryam dinyayê Min ji vê dinê xêr nedî, bê te sebra min nayê Ez ditirsim te nebînim, bi vê kederê bimrim Bîra werin ser tirba min, dê û bav û dildarê min Bila hemû xura waynin gulekî nav baxçê min Bi rengê kesk sor û zer, bixemlî merzela min

Bêjebêje © 2015-2024