a photo of Zinar Sozdar

Zinar Sozdar

Dayikê

Rê dûr e ez te nabînim Hêstirê çavan barînim Rojên tarî şevên bi xewn Te pê ve kesî nabînim Dayikê sebra dilê min Dayikê hêstirên çavên min Gorî te bi ev canê min Dayikê derd û kulên min Xeribî li min tê ye zor Çibkim tu ji min gelkê dûr Dixwazim werim dîtna te Gulkî bidim te bi rengê sor Sirê xwe te ez mêjandim Lorika te ez lorandim Felekê em ji hev dûrxistin Dûrketina te ez helandim

Bêjebêje © 2015-2024