a photo of Zinar Sozdar

Zinar Sozdar

Eşqa Dilan

Eşqa dilan pir giran e yarê, zalimê Dil bi kul û birîndar e yarê, zalimê Heta bimrim te ji bîr nakim yarê, zalimê Eşqa dilan xirab nakim yarê, zalimê Soza dila xirab nakim yarê, zalimê Yara min wê nale nale yarê, zalimê Çav hêsir e dil bi kul e yarê, zalimê Ez bulbul im ew jî gul e yarê, zalimê Ez dixwînim li ser dile yarê, zalimê Ez (li) ser yara xwe dîn bûme yarê, zalimê Memo kî ye, Zînê çi ye yarê, zalimê Ew eşqa me bêbext bûye yarê, zalimê Ez heliyam ber eşqê ye yarê, zalimê

Bêjebêje © 2015-2024